Îtalya alîkariya ji bo Pêşmerge dê berdewam bike

Îtalya alîkariya ji bo Pêşmerge dê berdewam bike

PeyamaKurd – Fermandarê Hêzên Hevpar ê Artêşa Îtalyayê, Ferîq Giovanni Maria Lannucci, piştî serdana Fêrgeha Pilingên Zêrevaniyê li Hewlêrê, ragihand ku Îtalya dê alîkariya şêwirmendî û rahênanê ji hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re berdewam bike. 

Di hevdîtineke li gel Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Ferîq Rukin Îsa Uzêr de, her du aliyan li ser xurtkirina hevkariyê di warê rahênan, şêwirmendî û baştirkirina peywendiyên serbazî gotûbêj kirin.

Lannucci soz da ku Îtalya dê piştgiriya xwe ya ji bo Pêşmergeyan bidomîne, bi taybetî di warê rahênanê de.

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de diyar kir ku her du alî bi ciddî li ser pêşxistina şiyanên serbazî û hevahengiyên hevpar in. 

Îtalya, di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de, yek ji welatên sereke ye ku piştgiriyê dide hêzên Pêşmerge, nemaze di warê rahênan û pêşxistina şiyanên wan de.

 

Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.