Lêkolînekî nû: Madda Lîtyûmê li hemberê Alzheimerê mêjî diparêze

PeyamaKurd – Zanyar û lêkolînerên Fakulta Tibê ya Harvardê ragihandine ku daketina asta Lîtyûmê ya di mêjî de, dibe ku nîşana seretayî ya destpêka nexweşîna Alzheimerê (nexweşîna jibîrkirinê) be.
Lêkolîna ku 10 sal dewam kiriye, nîşan daye Lîtyûm nahêle ku mêjî zû extiyar (pîr) bibe an ku extiyariya mêjî hêdî dike û hem bîra mirovî diparêze.
Zanyarên ku lêkolînê dimeşînin yên bi navên Bruce Yankner û Liviu Aron gotine ku heya niha Lîtyûmê di dermankirina nexweşînên derûnî yên zarokan de hatiye bikaranîn. Doneyên ku ketine dest nîşan didin ku Lîtyûm a xwezayî di asta nizim de jî (eger kêm be jî) mêjî diparêze û berya Alzheimerê, di wan kesên danûsitendinan de nexweşîna wan ya sivik heye jî, dikarin tesbîta wendayên zû bikin.
Di xebatan de tê dîtin ku tevî kesên nexweşên Alzheimerê ku di mêjiyê wan de anormali heye jî, sedema ku nexweşîna wan pêş de naçe, ji ber asta xwezayî ya Lîtyûmê ye. Ceribandinên li ser mişkan hatine kirin nîşan didin ku kêmasiya Lîtyûmê lezê dide kombûna plakên amiloid û ew jî dike ku hafiza wan qels dibe an namîne.
Lêkolîner dibêjin ku maddeya Lîtyûm orotatê bandorê ji plakên amiloid nagrin û hafiza mişkan paş de tîne. Doz an miqdarê ku didinê, ji %0001ê (ji hezarî yek)ê doza ku didin tedawiya klasik ya psikiyatrikê û bandora toksikê nîşan nade. Ev pêşdeçûna di tibê de, dibe hedefekî dermankirina Alzheimerê ya potansiyel.
Ev nivîs 62 car hatiye xwendin.




