Hamasê pêşniyara agirbesê ya Misrê û Qatarê qebûl kir

Hamasê pêşniyara agirbesê ya Misrê û Qatarê qebûl kir

PeyamaKurd – Li gor çavkaniyên Misrê; pêşniyara agirbesê ya ji bo Xezzayê ya ku Misir û Qatarê ji bo Hamasê kiriye, Hamasê qebûl kiriye.

Kanala TV ya Misrê ya bi navê El-Kahire el-İhbariye ragihandiye ku rayedarên di asta bilind de li ser agirbesê ragihandine ku di pêşniyarê de agirbesekî demkî ya ji bo 60 rojan û xalên berfireh hene. Di ragihandinê de hat gotin:

“Wê alîkariya ji bo Xezayê bi hêsanî here û hêzên Îsraîlê yên li ser sînor wê nûh de bê organîzekirin. Wê operasyonên leşkerî ji bo 60 rojan rawestînin. Wê nîvê dîlên Îsraîlê bên berdan û li hemberê wê dê hinek dîlên Fîlîstînî serbest berdin. Yanî wê 10 dîlên Îsraîlê û cenazeyên nîvê dîlên mirî an ku ji 36 cenazeyan 18 cenazeyan jî teslîm bikin.”

Heya niha bi fermî ji Îsraîl û Hamasê an ji navbeynkaran ti daxwuyaniyekî fermî nehatiye kirin.

Ev nivîs 78 car hatiye xwendin.