"Konferansa Yekîtî û Helwesta Hevbeş a Kurdan gaveke dîrokî bû"

PeyamaKurd - Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) diyar kir ku Konferansa Helwest û Yekîtiya Kurdan a li Rojava gaveke dîrokî ye ji bo avakirina yekîtiya di navbera Kurdan de.
Partiya DEMê di Konferansa Yekîtî û Helwesta Hevbeş a Kurdan de ku roja Yekşemê 27ê Nîsana 2025an li Rojava pêk hat, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyekê de ku Konferansa "serkeftî" ya Yekîtî û Helwesta Hevbeş a Kurd li Rojava pîroz dikir, hat gotin, "Konferansa li Rojava, ku nûnerên partiya me jî beşdar bûn, ji bo avakirina yekîtîya di navbera Kurdan de gaveke dîrokî ye û herwiha derfeteke pir girîng e ji bo avakirina Rojhilata Navîn a demokratîk ku her gel, bawerî û çandek li Rojhilata Navîn, bi taybetî li Sûrîyê, dijî, bikaribe bi nasname û statuya xwe bijî."
Di daxuyaniyê de herwiha ev gotin jî cih girt: "Li şûna modelên jiyan û rêveberiyê yên ji derve hatine ferzkirin, modelên demokratîk ên ku bi îrade û tifaqa gelên li van axan dijîn werin avakirin, tekane çareserî ne."
Konferansa Yekîtî û Helwesta Hevbeş a Kurdan roja Şemiyê 26ê Nîsana 2025an derdora saet 10:00an de bi beşdariya zêdetirî 400 delegeyan dest pê kir û derdora saet 14:30an de bi dawî bû.
Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.




