Ciwanên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin piştî salan gihîştin malbatên xwe

PeyamaKurd - Ciwanên Êzîdî yên ku ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve hatibûn revandin, piştî 10 salan gihîştin malbatên xwe.
Du ciwanên Êzîdî yên ku berî 10 salan ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin, Diyar Elî Refo yê ku di sala 2003an de ji dayik bûye û Osman Xeylo Xedide yê ku di sala 2007an de ji dayik bûye, roja Yekşemê 27ê Nîsana 2025an ji Deriyê Sînor ê Rabiayê radestî malbatên wan hatin kirin.
Ji ber îşkenceya ku di dema revandina wan de dîtin, Diyar çavek û lingek û Osman jî destê xwe yê rastê wenda kir.
Yekbûna herdu ciwanan bi malbatên xwe re hêvî da bi sedan malbatên Êzîdî yên ku li benda xizmên xwe yên revandî ne. Ji aliyekî din ve, hewldanên ji bo çareserkirina vê krîza mirovî û azadkirina kesên ku hatine revandin berdewam dikin.
Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.




