Rejîma Îranê hunermendekî Kurd girt û 2 kolberên Kurd jî birîndar kir

Rejîma Îranê hunermendekî Kurd girt û 2 kolberên Kurd jî birîndar kir

PeyamaKurd – Rejîma Îranê hunermendê Kurdî yê bi navê “Hesen Rênas”, li Makûyê girt. Di heman rojê de, 2 kolberên Kurd li ser sînorê Banê bi destên çekdarên rejîmê ve hatin birîndarkirin.

Li gorî rapora Saziya Mafê Mirov a Hengawê, duh, 27ê Nîsana 2025an, hunermendê Kurdî Hesen Ehmedî, yê bi nasnavê “Hesen Rênas” jî tê naskirin, li bajarê Makûyê yê Rojhilatê Kurdistanê li mala xwe ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve bêyî belgeyeke hiqûqî hate desteserkirin û nehat zanîn bê ka li kû girtî ye.

Hate ragihandin ku piştî biserdegirtinê, çekdarên rejîmê mala wî saxtî kirine. 

Hengaw bi bîr dixe ku Hesen Rênas ku endamekî çalak ê Navenda Rewşenbîrî û Hunerî ya Makûyê ye, beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya 18ê Adara 2025an li bajarê Ûrmiyê bûye, ku bi tevlibûna 150 hezar kesî pêk hatibû. 

Zanyariyên bihûrgilîtir derbarê girtina wî de nehatine bidestxistin. 

Hengaw diyar dike ku 3 xizmên vî hunermendê Kurdî, Sarya Ehmedî (17), Evîn Ehmedî (16) û Rojîbîn Efsûn jî 19ê Adara 2025an, di pîrozbahiya Newroza Ûrmiyê de ji ber lixwekirina cilên Kurdî yên bi Alaya Rengîn hatibûn girtin.

Her weha di heman rojê de, 2 kolberên Kurd ên bi navên Ako Şerîfî (22) û Şivane Elîpûr (25), ku ji bajarê Banê yên Rojhilatê Kurdistanê ne li ser sînorê Hengejale yê Banê, bi destên çekdarên rejîmê hatin birîndarkirin. 

Hat ragihandin ku çekdarên rejîmê ev her du kolberên Kurd rasterast hedef girtiye û piştî ku birînên wan xedar bûne, ew rakirine nexweşxaneyê.

 

 

Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.