Li Hesekê di dawetê de 3 kes hatin kuştin

PeyamaKurd – Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê di dawetekê de şer derket û 3 kes hatin kuştin.
Îro, 28.04.2025ê Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan (SOHR)ê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku li navçeya Merkedeyê yê li sînorê Hesekê, di dawetekê de şer di navbera çend kesan de pêk hat û çek hat bikaranîn û 3 kes hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn û piştre qurbanên bûyerê ji nexweşxaneyê re hatin veguhestin.
Her weha diyar kir, ji destpêka îsal ve li Rojavayê Kurdistanê 45 kes bi kuştinên qestî hatine kuştin.
Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.




