Li Qoserê agir bi xaniyê sê qat ket: Zarokekî mir û 12 kes birîndar bûn

Li Qoserê agir bi xaniyê sê qat ket: Zarokekî mir û 12 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Qoserê (Kızlıltepe) li taxa Sanayiyê agir bi xaniyekî 3 qat ket û di encamê de zarokê 5 salî yê bi navê Bekir Çeçen can da û 12 kes birîndar bûn ku di nav wan de rewşa 3 birîndaran girane.

Ber destê êvarê agir bi xanî ket û di pey de teqîn çêbû. Di şewatê de Bekir Çeçen (5), Muhammed Efe Ç. (2), Baran Ç. (8), Derya K. (35), Dilşah K. (44), Bager Ç. (23), Kadri A. (45), Latife K. (23), İbrahim K. (6), Nahide K. (4), Aras E. (29), Leyla Ç. (27) û Ebru K. (21) birîndar bûn.

Li ser şewatê tîmên îtfaiyê, tenduristiyê û polîs çûn ciyê bûyerê. Kes nikaribû derî veke lê bi vîncê dîwar hilweşandin.

Birîndaran ji nav xanî derxistin û bi ambûlansan birin nexweşxanên bajêr. Bekir Çeçen can da û cesedê wî birin morga nexweşxanê da otopsiyê bikin.

Ji birîndaran rewşa Bager Ç., Leyla Ç. û Ebru K. xerab e. Li ser tesbîta sedema derketina şewatê xebat destpêkirine.

Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.