Mesrûr Barzanî: Referandûm biryareke wêrek a gelê Kurdistanê bû

PeyamaKurd – Di 8emîn salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û ev roja dîrokî weke "biryareke wêrek a gelê Kurdistanê" û "rojeke serkeftinê ji bo îradeya neteweya me" bi nav kir.
Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de ku îro Pêncşemê, 25ê Îlona 2025an, hat belavkirin, got: "Salvegera referandûmê roja biryara wêrek a gelê Kurdistanê ye, roja serkeftina îradeya miletê me ye, roja hêviyê ye." Wî herwiha pîrozbahî li Serok Mesûd Barzanî, malbatên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û tevahiya gelê Kurdistanê kir.
Tam 8 sal berê, di 25ê Îlona 2017an de, xelkê Başûrê Kurdistanê û deverên Kurdî yên li derveyî îdareya Herêmê, bi coşeke mezin çûn ser sindoqan da ku bi awayekî demokratîk û aştiyane çarenûsa xwe diyar bikin. Di encama referandûmê de, piraniya mitleq a beşdaran dengê "Belê" ji bo serxwebûnê dan, ku ev yek weke îradeya zelal a gelê Kurdistanê ji bo serxwebûnê hat dîtin.
Referandûma ku bi rêberiya Serok Mesûd Barzanî hat lidarxistin, weke qonaxeke girîng di dîroka têkoşîna gelê Kurd de tê qebûlkirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir ku ev roj weke kartek siyasî ya bihêz û delîlek bêguman di destê Kurdan de dimîne, ku nîşana mafê rewa yê çarenivîsê ye. Her sal, ev roja dîrokî li Herêma Kurdistanê û li diyasporayê bi çalakiyên cuda tê bibîranîn û weke erkekî neteweyî lê tê xwedîderketin.
Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.




