Parlamentoya Iraqê 16ê Adarê Roja Kîmyabarana Helebceyê wek betlaneya fermî ragihand

PeyamaKurd - Parlamentoya Iraqê 16ê Adarê Roja Kîmyabarana Helebceyê li seranserê Iraqê wek bêhnvedana fermî ragihand.
Parlamenter Nehro Riwandizî eşkere kir, parlamentoya Iraqê roja 16ê Adarê, roja kîmyabarana Helebceyê, wek bêhnvedan û betlaneya fermî li seranserê Iraqê ragihand.
Hêjayî gotinê ye, rêjîma Beas a Iraqê 16ê Adara 1988an bajarê Helebce kîmyabaran kiribû û di wê jenosîdê de zêdetirî 5 hezar Kurdên bêguneh hatibûn şehîdkirin. Bandora wê karesata mezin heta niha jî li ser Helebceyê û zarokên wê deverê dewam dike.
Li gorî amaran %68ê qurbaniyan, temenê wan di bin 18 saliyê de bûn û piştî kîmyabaranê, 198 gund ji koma 216 gundan bi temamî wêran bûn ku sewalkarî, çandinî û çavkaniyên xwezayî yên herêmê jî %100 zirar dîtine ku hê jî bandora kîmyabaranê dewam dike.
Ev nivîs 101192 car hatiye xwendin.




