Rêveberiya Xweser hilbijartinên parlamentoyê red kir: Em nas nakin

PeyamaKurd- Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, bi daxuyaniyekê ragihand ku ew hilbijartinên parlamentoyê yên li Sûriyeyê bi ti awayî nas nakin û ew wek "berdewamiya siyaseta paşguhkirin û dûrxistinê" dibînin.
Rêveberiyê bang li Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî kir ku van hilbijartinan nas nekin.
Rêveberiya Xweser îro 24ê Tebaxê bi daxuyaniyê ragihand, pêvajoya siyasî ya heyî armancên Şoreşa Sûriyê pûç dike û pêngavên wek Konferansa Diyalogê, hikûmeta demkî û van hilbijartinan, li dijî daxwazên gel ên ji bo edalet, demokrasî, wekhevî û azadiyê ne.
Hate diyarkirin: "Gelê Sûriyeyê ji bo bidestxistina mafên welatîbûna rasteqîn, di serî de mafê namzedbûn û hilbijartinên azad û dadmend, canê xwe feda kir. Lê em dibînin ku dîrok xwe dubare dike û careke din ev maf ji hemû Sûriyan tê standin. Ev hilbijartin ne demokratîk in û bi ti awayî îradeya gelê Sûriyeyê nîşan nadin."
Rêveberiya Xweser da zanîn, lidarxistina van hilbijartinan di vê demê de, tê wateya dûrxistina nêzîkî nîvê gelê Sûriyeyê ji vê pêvajoyê. Herwiha got: "Bi milyonan kes ji ber koçberiya neçarî û polîtîkayên sîstematîk nikarin beşdar bibin. Ev dûrxistin bi serê xwe delîlek eşkere ye ku ev hilbijartin tenê pêngaveke rûkeş e û bersivê nade pêwîstiya çareseriyeke siyasî ya berfireh."
Rêveberiya Xweser îdiaya ku dibêje herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê "ne ewle ne" bi tundî hat redkirin û got: "Ev hinceteke derewîn e ji bo înkarkirina îradeya zêdeyî pênc milyon Sûrî. Berevajî vê, herêmên me ji deverên din ên Sûriyeyê ewletir in."
Rêveberiya Xweser got: "Em, wek beşekî resen ê Sûriyeyê, her biryareke ku bi hişmendiyeke yekalî were dayîn red dikin. Em ê bi encamên van hilbijartinan ve girêdayî nebin. Em bang li Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî dikin ku van hilbijartinan nas nekin, ji ber ku ew li dijî biryara 2254 a Encûmena Ewlekariyê ne."
Herwiha tekezî li ser çareseriyeke siyasî ya giştî hate kirin ku tê de hemû pêkhateyên Sûriyeyê bi awayekî azad beşdar bibin, da ku bigihîjin "Sûriyeyeke demokratîk, piralî û nenavendî."
Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.




