Li Rojhilatê Kurdistanê şewata daristanan didome

Li Rojhilatê Kurdistanê şewata daristanan didome

PeyamaKurd- Rêveberê Giştî yê Çavkaniyên Siruştî yê parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê Behzad Şerîfpûr ragihand, hewldanên ji bo kontrolkirina şewata daristanên Merîwanê hê jî berdewam dike û ji bo alîkariyê, helîkopter gihiştiye herêmê.

Behzad Şerîfîpûr ji Ajansa IRNA re daye xuyakirin, agirê daristanên gundên Binawçile û Dereweranê hatiye kontrolkirin, lê şewata li daristanên gundên Hane Şêxan û Encîranê ji ber erda asê û zehmetiya rêyan hê jî berdewam e.

Şerîfîpûr got: "Di rojên borî de ji ber bayê bihêz, karê tîmên Çavkaniyên Siruştî û welatiyên dildar ji bo vemirandina agir gelekî zehmet bû. Niha baldariya me ya sereke li ser wê yekê ye ku kesên neşareza neçin nav agir û zirar nebînin, ji ber ku ji ber germahiya zêdeyî 40 pileyî û bayê tund, em nikarin rêça agir bi zelalî diyar bikin."

Herwiha da zanîn, wan bi rêya Rêveberiya Krîzan a Parêzgeha Sineyê daxwaza helîkopterê kiriye û helîkopter nû gihîştiye cihê şewatê.

Behzad Şerîfîpûr destnîşan kir, 50 tîmên Çavkaniyên Siruştî û zêdetirî 60 kesên dildar ji bo kontrolkirina şewatê li daristanên Merîwanê di nava hewldanan de ne.

Hêjayî gotinê ye, heta niha asta zirarê nehatiye texmînkirin û piştî kontrolkirina şewatê dê lêkolîn were kirin û sedema derketina agir jî were diyarkirin.

Ev nivîs 80 car hatiye xwendin.