Serok Barzanî: Welat ne nexşeyek li ser kaxezê ye, xwîn e ku di rehan de diherike

PeyamaKurd – Îro, 25ê Îlona 2025an, 8 sal di ser lidarxistina referandûma serxwebûnê ya dîrokî ya Herêma Kurdistanê re derbas dibin. Di vê roja giring de, Serok Mesûd Barzanî peyamek belav kir û tekezî li ser giringiya vê pêngava dîrokî ya gelê Kurd kir.
Di peyama xwe de, Serok Barzanî cewhera welatparêziyê bi bîr xist û da zanîn ku welat ne tenê nexşeyeke li ser kaxezê ye, lê ew xwîn e ku di nav rehên mirovan de diherike. Bi van gotinan, wî hestên kûr ên neteweyî anî ziman û giringiya têkoşîn û qurbaniyên gelê Kurd ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa destnîşan kir.
8 sal berê, di 25ê Îlona 2017an de, gelê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê û navçeyên Kurdistani yên li derveyî îdareya Herêmê, bi awayekî aştiyane û demokratîk, bi rêjeyeke berçav dengê "Belê" ji bo serxwebûnê da. Ev roj weke rojeke dîrokî û xaleke werçerxanê di dîroka tevgera rizgarîxwaza Kurd de tê dîtin.
Her çiqas piştî referandûmê, Herêma Kurdistanê rastî zextên siyasî û aborî yên mezin ji aliyê hikûmeta federal a Iraqê û welatên herêmê ve hatibe jî, lê serkirdatiya Kurd her dem vê rojê weke roja serketina îradeya gel bi bîr tînin.
Di salvegera 8emîn de, çalakvan û welatiyên Kurd li seranserê cîhanê vê rojê bi çalakiyên curbecur bi bîr tînin û tekezî li ser mafê çarenivîsê yê gelê Kurd dikin. Peyama Serok Barzanî ya îsal jî careke din giringiya parastina destkeftiyên gelê Kurd û berdewamkirina têkoşînê ji bo pêşerojeke geş û azad bi bîr xist.
Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.




