Serok Mesûd Barzani piştgiriya xwe ji bo Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê ragihand

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî di hevdîtinekê de ligel endamên Nivîsgeha Sekreteriya Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê, piştgiriya xwe ji bo girîngîdana bi neteweperwerî û welatparêziyê dubare kir.
Serok Mesûd Barzanî roja Yekşemê 18ê Gulana 2025an li Selahedîn bi berpirsên Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê re civiya.
Serok Barzani, pîrozbahî li lidarxistina serkeftî ya kongreya yekgirtinê ya her du sendîkayan kir û got, "Ev kongre ji destpêkê ve pir cuda bû. Pir baş çû û ez pîrozbahiyê li organîzatorên kongreyê dikim."
Serok Barzanî, piştgiriya xwe ya tevahî ji bo yekîtiyê dubare kir û pêşniyarên pêwîst kir ku girîngî bidin hestên neteweyî û welatparêziyê, nirxên bilind ên wekî Kurdîtiyê biparêzin, rêz li jinan bigirin û di warê rêxistinî de wan derxînin pêş, û girîngî bidin xwendekar û ciwanan.





