Pûtîn bersiva pirsa hevdîtina ligel Trump û Zelenskiy da

PeyamaKurd- Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, li ser îhtimala hevdîtina bi serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Ukraynayê Voldomir Zelenskiy axivî.
Pûtîn got, gelek dostên wan hene ku dikarin ji wan re bibin alîkar da ku civînên bi vî rengî bêne kirin û behsa Serokê Îmarata Erebî ya Yekbûyî kir û ku ew yek ji wan dostên wan e ku dikare bibe alîkar.
Pûtîn got: "Ez difikirim ku em ê biryarê bidin, lê ev yek ji wan ciyên guncaw e, ango pir guncaw e."
Pûtîn di derbarê hevdîtina bi serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy re jî daxuyanî got ku wî gelek caran diyar kiriye ku ew ne li dijî civîneke bi vî rengî ye û ev yek mimkun e. Lê belê, tekez kir ku ji bo ku ev hevdîtin pêk were, divê hin şert bên pêkanîn.
Herwiha Pûtîn anî ziman ku mixabin, ew ji bo afirandina wan şertan hîn pir dûr in û da zanîn, her çend ew amade be jî, rewşa heyî rê nade ku ew hevdîtin çêbibe.
Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.





