Tirkiye destûra ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê ji Kurdistanê pejirand

Tirkiye destûra ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê ji Kurdistanê pejirand

PeyamaKurd - Çavkaniyek ji Wezareta Petrolê ya Iraqê ragihand ku Tirkiyeyê ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê pejirandiye. Li gorî agahiyan, civînên di navbera şandeyên teknîkî yên Tirkiye û Iraqê de li Bendera Ceyhanê serkeftî bûne.

Çavkaniyê diyar kir ku hevdîtinên teknîkî yên bi Tirkiyeyê re bi dawî bûne û Enqerê ji bo ji nû ve destpêkirina herikîna petrolê erêkirina xwe ya dawî daye.

Rayedar diyar kir, "Em niha li benda radestkirina petrolê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve ne. Petrol wê bi rêya şîrketa petrolê ya dewleta Iraqê, SOMO, dest bi firotinê bike."

Wî herwiha tekez kir ku şandeyên teknîkî wê heta dawiya vê mehê li Tirkiyeyê bimînin, lê aliyê Tirkiyeyê erêkirina xwe ya dawî daye û pêwîstiya bi civînên din ji holê rakiriye.

Rayedarê Iraqî tekez kir ku pêvajo dikare zû dest pê bike û got, "Ger petrol îro were radestkirin, hinardekirin dikare îro dest pê bike."

Ev nivîs 97 car hatiye xwendin.