Washington Post: Kurd li Sûriyê sîstemeke nenavendî dixwazin

Washington Post: Kurd li Sûriyê sîstemeke nenavendî dixwazin

PeyamaKurd - Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ku doh 26ê Nîsanê li Qamişlo hate lidarxistin, li raya giştî ya erebî û cîhanê karvedan bi xwe re anîn.

Rojnameya Washington Post a Amerîkî piştî lidarxistina konferansê di manşeta xwe de bal kişand ser sîstemeke nenavendî li Sûriyê û got, “Kurdên Sûriyê daxwaza dewleteke demokratîk dikin. Tê de mafê neteweyî were parastin”.

WPyê da zanîn, “Kurd 54 salan ji aliyê desthilata El-Esed hatin paşguhkirin û ew kurd nedidîtin, ew ereb di belgeyên fermî ereb pênase dikir.”

Rojnameya Ereb El-Londiniyê diyar kir, “Konferansa Kurdî nêrînên hevbeş ji bo pêşeroja Sûriyê pêşkêş dike” û da zanîn, hemû partiyên kurdî projeya dewleteke demokratîk û nenavendî ji bo Sûriya nû stratejîk dibînin û ji xwe re esas digirin.

Şerq El-Ewsetê jî destnîşan kir, konferanseke dîrokî ya Kurdên Sûriyê pêk hat. Konferans daxwaza Kurdan a dewleteke demokratîk nenavendî nîşan da.

Rojnameyê diyar kir, “Ji konferansê wê şandeyeke kurdî were pêkanîn da ku bi Şamê re li ser misogerkirina mafê kurdî di destûrê de û pir-rengiya siyasî li tevahiya Sûriyê danûstandinan bike.”

 

Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.