Otomobîl di firanekê de çû xwarê û 5 kes mirin

PeyamaKurd – 0tomobîla ku li navça Kozanê (Xozanê) di çiya de kete jêr, tê de 5 kes mirin ku yek ji wan zarok e. Qeza piştî ajotvanê otomobîlê desthilatê wenda kir qewimî.
Qeza, seet li dora 21.30an de li gundê Marankeçiliyê çêbû. Otomobîl ji bilindahiya 70 mêtroyan kete jêr.
Tîmên AFADê, îtfaiye, tenduristiyê û cendirmeyan kesên di otomobîlê de bûn, jê derxistin lê bi mirîtî. Kesên di qezayê de mirin; ajotvan Engin Eldaş, Fatma Eldaş, Selbihan Balta, Duygu Yılmaz û keça wê ya biçûk kızı Defne Yılmaz bûn.
Piştî lêkolîna li ciyê qezayê, cenazeyên her 5 kesan birin morga nexweşxana bajêr.
Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.




