Trump: “Em yekser agirbesê dixwazin lê niha nabe”

Trump: “Em yekser agirbesê dixwazin lê niha nabe”

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump li Koşka Sipî bi serokê Ûkraynayê Zelenskiy û lîderên Ewrûpayê re hevdîtin kir. Hevdîtin ket piştî hevdîtina Trump ya Putin re ku li Alaskayê kir. Piştî hevdîtinê Trump got:

“Rûsya garantiyên bi Ûkraynayê re qebûl kir. Em yekser agirbesekî dixwazin lê niha ew agirbes nabe.”

Li Koşka Sipî, ne tenê Trump û Zelenskiy her weha seroka komaîsyona YEyê Ursula von der Leyen, serokwezîrê Îngîltere Keir Starmer, serokwezîrê Almanya Friedrich Merz, serokê Fransayê Emmanuel Macron, serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni, serokkomarê Fînlandiyayê Alexander Stubb û sekreterê giştî yê NATOyê Mark Rutte hebûn. Trump axaftina xwe weha dewam kir:

“Di wexteka nêz de em dixwazin peymanekî bikêrhatî bikin. Wê peymana aştiyê di nêzde îmza bibe. Rûsya garantiyên ji bo Ûkraynayê qebûl kir lê pêwiste em guhertina axê muzakere bikin.

Ez wisa hîs dikim ku Zelenskiy û Putin çareyekî bibînin. (Ji Zelenskiy re) Di encamê de divê hun her dû li hev bikin. Pêngava piştî niha wê civîna sêqolî be û em ê çareser bikin. Ez jî bende me ku encamekî baş bistînin.

Putin jî dixwaze şer biqede. Ne şerê min e, şerê Biden e. Em bi Ûkrayna re dixebitin û aştiyekî demdirêj dixwazin. Em dixwazin ev hengame û tevlihevî ji ortê rabe û ji bo her dû terefan em aştiyê dixwazin. Li vê derê lîderên 7 welatan hene. Ez nikarim bêjim em ê tevlî nebin lê di mijara ewlehiyê de em ê desteka zêde bidin. Wê Ewrûpa bibe mekanîzma parastinê ya yekem. Dê ev şer biqede. Rêzdarê li cem min (Zelenskiy) dixwaze şer biqede û Putin jî dixwaze. Şerekî hêsan nîne û gelek sedemên wê hene, qedandina wê zahmet e. Eger her tişt baş derbas bibin, wê civînekî sêqolî bibe.”

Piştî axina Trump, serokê Ûkraynayê Zelenskiy di axaftina xwe de got:

“Me destekê da fikra Trump ya rawestandina şerê bi Rûsya re ya di rêya dîplomatîk de. Piştî ewlehî çêbû û aştî temam bû em ê hilbijartinê bikin. Divê em şer û Rûsyayê rawestînin. Pêdiviya me bi desteka Amerîka û ortaxên me yên Ewrûpayê heye.

Em amade ne bi sêqolî hevdîtinê bikin. Em, ji Amerîkayê çek, çavkaniya mirovan, perwerdê û îstîxbaratê yanî her tiştî dixwazin.”

Ev nivîs 129 car hatiye xwendin.