Vansporê zora Amedsporê bir: Dengê ‘Kîne em, Kurd in em’ bilind bû

PeyamaKurd- Herdu tîmên futbolê yên bakurê Kurdistanê Vanspor û Amedspor îro 29ê îlonê di 8emîn hefteya lîga yekem a Federasyona Futbolê ya Tirkiyê de derketin pêşberî hev.
Di vê hevrikiya ku di heman lîgê de cara yekem e çêdibe de, alîgirên Amedspor û Vansporê li stadyûmê bi dirûşmên ‘Kîne em, Kurd in em’ maç temaşe kirin.
Hevrikiya herdu tîmên Bakurê Kurdistanê de, bi têkoşîneke xurt heta xuleka 90î berdewam kir.
Amedspor her çiqas di nîveka yekem de, zêdetir bi gogê leyîst û keleha Vanspor dît jî nekarî golan bavêje, lê di nîveke duyem de Vansporê bi xurtî ajot ser keleha Amedsporê û di xulekên dawîyê de sê gol avêtin.
Golên Vansporê di xuleka 64an de Francesc Regis, di xuleka 84an de Bekir Can Kara û di xuleka 90+7 de jî Medeni Bingol tomar kirin.
Ev nivîs 155 car hatiye xwendin.





