TFF ji biryara cezayê li dijî slogana bi Kurdî ya Amedsporê vegeriya

PeyamaKurd – Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF), piştî bertek û nerazîbûnên mezin ên raya giştî, biryara xwe ya derbarê cezayê ku ji ber slogana bi Kurdî ya li ser formayê li Amedsporê birîbû, betal kir. Ev krîza ku rojeva werziş û siyasetê ya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê mijûl kiribû, di encama diyalogê de hat çareserkirin.
Pêşî, TFFyê ji ber bikaranîna slogana "Koma me bona we" ya sponsorê formayê, ji Amedsporê re 110 hezar TL ceza birîbû. Balkêş bû ku heman federasyonê beriya sezonê destûr dabû ku ev slogan li ser formayê cih bigire, û bi vê yekê di lîgên profesyonel ên Tirkiyeyê de cara yekemîn slogeneke bi Kurdî bi awayekî fermî li ser formayekê hatibû nivîsandin. Lêbelê, piştî maçên lîgê, Lijneya Dîsîplînê ya Futbolê ya Profesyonel (PFDK) bi hinceta "binpêkirina talîmatên alavên werzişê" ev ceza da klûbê.
Ev biryara nakok rastî bertekên tund hat. Serokê Amedsporê Burç Baysal ev yek wek "standarteke ducar û bêtehemiliya li hemberî zimanê Kurdî" bi nav kir. Her weha, Hevserokên Giştî yên Partiya DEMê, Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari, gelek siyasetmedarên din, saziyên civaka sivîl û raya giştî ya werzişê bi daxuyaniyên tund ev ceza şermezar kirin.
Li ser zêdebûna bertekan, TFF neçar ma ku bi paş ve gav biavêje. Li gorî agahiyan, Serokê TFFyê Îbrahîm Haciosmanoglu û rêveberiya federasyonê, dosyeya sponsorê Amedsporê, şirketa TEZGELê, ji nû ve lêkolîn kirin. Di lêkolînê de hat tespîtkirin ku sponsor şirketeke ku bi salan e li Diyarbekirê kar dike û slogana wê ya bi Kurdî jî bi awayekî fermî qeydkirî ye.
Di encama van nirxandinan û diyalogan de ku hatin kirin, Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê biryara cezakirinê betal kir û krîza ku di rojevê de bû bi dawî anî.
Ev nivîs 139 car hatiye xwendin.




