Hevgirtina Goga Pê ya Rojava tev li CONIFAyê bû

Hevgirtina Goga Pê ya Rojava tev li CONIFAyê bû

PeyamaKurd – Hevgirtina Goga Pê ya Rojavayê Kurdistanê (Rojava FA) bi daxuyaniyekê fermî ragihand ku ew tev li Konfederasyona Yekîtiyên Futbolê yên Serbixwe (CONIFA) bûye. Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku ev pêngav ne tenê ji bo werzîşê ye, lê ji bo ku werzîş weke "zimanê aştî û azadiyê" were bikaranîn da ku gel û çandên cuda yên cîhanê hev nas bikin.

Li gorî daxuyaniya ku hat weşandin, Rojava FA di çarçoveya endamtiya xwe ya di CONIFAyê de, dê hewl bide diyalog û hevkariya di navbera çandên cihê de bi pêş bixe û tekezî li ser nirxên wekî aştî, dadwerî û wekheviyê bike.

Di vê çarçoveyê de, Hevgirtinê pênc armancên xwe yên bingehîn eşkere kirin: Pêşxistina nasnameya çanda Kurdî, misogerkirina dadweriya civakî û wekheviyê, xurtkirina hevkariya nav-çandî, piştgirîkirina mafên mirovan, û pêşvebirina pêşketina aborî û civakî li herêmê.

Di beşa vîzyona xwe de, Rojava FAyê destnîşan kir ku ew "pêşerojeke geş ji bo gelê xwe xeyal dikin, ku tê de karibin bi rûmet û azadî bijîn" û armanc dikin civakeke pêşketî li ser "bingeha pîvanên demokrasî, dadwerî û wekheviyê" ava bikin.

Di dawiyê de hat diyarkirin ku tevlîbûna CONIFAyê gaveke stratejîk e ji bo gihîştina van armancan, zêdekirina têgihiştina dualî, û bidestxistina aştî û îstiqrarê li herêmê û cîhanê.

Ev nivîs 130 car hatiye xwendin.