Şampiyoniya Amedsporê bi coşeke mezin hate pîrozkirin

Şampiyoniya Amedsporê bi coşeke mezin hate pîrozkirin

PeyamaKurd – Tîma futbolê ya Diyarbekirê Amedspor ku di nav Kurdan de bûye wek tîmeke neteweyî piştî 10 salan di Lîga 2. Koma Sor a Tirkiyê de bû şampiyon û mafê derbasbûna Lîga Yekem bi dest xist.

Amedspor doh 4ê Gulanê li Stadyûma Diyarbekirê tîma Îzmîrê Menemenspor kir mêvan û piştî maça ku 0-0 bi yeksanî bidawî bû jî mafê derbasbûna lîga yekem misoger kir.

 

#Amedspor pişti 10 salan bû şampiyon.

Serkeftina Amedsporê heta derengiya şevê bi kêf û coşeke mezin li bajêr hate pîrozkirin. @amedskofficial @AzizElald pic.twitter.com/wXnfT4C0bC

— PeyamaKurd/krd (@PeyamakurdKrd) May 4, 2024

 

Piştî ku Amedsporê şampiyoniya xwe ragihand li bajêr coşeke mezin dest pê kir û heta derengiya şevê li kuçe û kolanê Diyarbekirê welatiyan li derve pîrozbahî kirin.

Tê çaverêkirin rojên pêş rêveberiya tîma Amedsporê ahengeke mezin a şampiyoniyê û hildana kûpayê jî li dar bixe.