21 hezar 300 ton genimê Ukraynayê gihîşt Sûriyê

21 hezar 300 ton genimê Ukraynayê gihîşt Sûriyê

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku keştiyeke 21 hezar 300 ton genimê Ukraynayê tê de barkirî gihîşt bendera Laziqiye ya Sûriyê û wê ji bo 3 parêzgehên Sûriyê bê veguhestin.

Piştî valakirina genim ji keştiyê biryare, ji bo parêzgehên Heleb, Hema û Laziqiyê re bê veguhestin û piştre jî li ser firneyan bê belavkirin.

Hate zanîn ku wê piştî krîza Sûriyê ya 2011an cara yekem, ew genim ji Laziqiyê bi Trênê bo parêzgehên din bê veguhestin.

 Genimê Ukraynayê di demeke ku Sûriye rûbirûyî hişkesaliyê gihîşt welêt ku berhema îsal pir kêm bûye.

Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.