Li Kurdistanê pereyên krîpto û reklama wan hate qedexekirin

Li Kurdistanê pereyên krîpto û reklama wan hate qedexekirin

PeyamaKurd - Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Hewlêrê, bazirganiya hemû pereyên dîjîtal û krîpto li seranserê Herêma Kurdistanê û çalakiyên reklamên di van qadan de qedexe kir.

Asayîşê diyar kir ku bi taybetî çalakiyên şirketên forex li ser bingeheke qanûnî nayên kirin û di vê mijarê de tu rêziknameyeke qanûnî tune ye.

Asayîşa Hewlêrê got: "Li Herêma Kurdistanê kirîn û firotina her cure pereyên dîjîtal û krîpto, di nav de USDT jî, qedexe ye. Çalakiyên van şirketan ne li Herêma Kurdistanê ne jî li seranserê Iraqê bi qanûnî nayên naskirin."

Berpirsyaran ragihandin ku ev biryar piştî ku gelek welatî ji ber bûyerên fêlbaziyê zirarên darayî dîtin, hatiye girtin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hin şirket bêyî destûrên qanûnî yên pêwîst, bi navê perwerdehiya sermayegozariyê kurs li dar dixin û bi vî awayî gel dixapînin.

Asayîşê bal kişand ser çalakiyên reklam û promosyonê yên li ser medyaya civakî û welatî li dijî van soza bazirganiyên xapînok hişyar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Ji bo ku hûn xwe ji zirarên madî biparêzin, ji van cure karûbaran dûr bisekinin. Nekevine bin bandora reklam û propagandayên şirketan, pereyên xwe nexin xetereyê."

Asayîşa Hewlêrê ragihandiye ku ew hemû kes û şirketên ku bi çalakiyên neqanûnî yên têkildarî pereyên dîjîtal û danûstandinên forex ve mijûl dibin ji nêzîk ve dişopînin û da zanîn, dema ku ev hewldan werin tespîtkirin, dê pêvajoya qanûnî dest pê bike.

Ev nivîs 133 car hatiye xwendin.