Wezareta Perwerdeya Sûriyê ji bo ezmûnan bang li xwendekarên Rojava kir

Wezareta Perwerdeya Sûriyê ji bo ezmûnan bang li xwendekarên Rojava kir

PeyamaKurd - Wezareta Perwerdehiyê ya Sûriyeyê bang li xwendekarên li Rojavayê Kurdistanê kir, navê xwe ji bo ezmûnên pola 9 û 12an tomar bikin û ji bo vê jî biçin parêzgeheke nêzîk.

Hate diyarkirin ku heyama tomarkirina navan ji bo ezmûnên pola 9an û lîseyê heta 1ê Gulanê hatiye dirêjkirin.

Çavkaniyeke wezaretê daye xuyakirin, ev biryar hemû xwendekarên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li xwe digire.

Hêjayî gotinê ye, gotûbêj di navbera Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser û Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê de têne kirin da ku hemû xwendekar karibin beşdarî ezmûnên diyarkirî yên mehên hezîran û tîrmehê bibin.

Çavkaniyê daye zanîn ku navendên nav tomarkirinê li bajarên Qamişlo û Hesekê hêj girtî ne û divê xwendekar navên xwe li parêzgehên Dêrezor, Şam an jî parêzgeheke herî nêzîk tomar kirin.

Li gorî çavkaniyê heta niha lihevkirineke dawî di navbera her du aliyan de pêk nehatiye û diyar kir, “Hevdîtin berdewam in ji bo gihîştina formateke têgihîştinê ku xizmeta xwendekaran bike û karên wan hêsan bike.”

Ev nivîs 154 car hatiye xwendin.