Li Bakur Kurdî di xeterê de ye: Ji 4 zarokan 3 dûrî zimanê dayîkê ne

PeyamaKurd - Navenda Lêkolînên Sosyo-Polîtîk rapirsiyek li ser bikaranîna zimanê dayikê û astengên li pêşiyê, li 22 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi 1285 kesan re pêk anî.
Li gorî encaman, zimanê kurdî di nava nifşên ciwan de bi lez paşve diçe û kêmbûna bikaranîna kurdî bi kêmbûna temenî re berfireh dibe. Li cem zarokên bin 11 salî, rêjeya bikaranîna zimanê dayîkê dikeve %18, lê li cem kesên ser 65 salî ev rêje digihîje %77.
Di malan de serdestiya tirkî zêde dibe
%35,9 tenê bi tirkî diaxivin, %14,9 hem tirkî hem kurdî bi kar tînin.
Tenê %19 dikarin kurdî baş binivîsin û %21 baş dixwînin. Sedema herî mezin jî nebûna perwerdeya bi zimanê dayîkê tê zanîn.
Ji her 5 zarokan 4 bi zimanê xwe perwerde nebûne
Lê belê, %97,8 dixwazin zarokên wan bi kurdî perwerde bibînin û %97,7 bawer dikin ku divê zimanê dayîkê were parastin û pêşxistin. Metirsiya herî mezin bi %46,5 "nebûna perwerdeya bi zimanê dayîkê" ye.
Nêzî nîvê beşdaran ditirsin ku zarokên wan bi kurdî biaxivin, bi sedema ku wê rastî cudakariyê werin. Rêjeya cudakariyê ya li saziyên dewletê %67,9 e, li saziyên perwerdehiyê %55 û li saziyên tenduristiyê %45 e.
Lêkolîn destnîşan dike ku kurdî hîn jî wek nasnameyekê tê tepeserkirin û negihîştiye qebûleke berfireh.
Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.




