Îran û Awistralyayê balyozê hevdu qewirandin

Îran û Awistralyayê balyozê hevdu qewirandin

PeyamaKurd- Îran û Awistralyayê asta têkiliyên xwe yên dîplomatîk daxistin asta nizm. 

Piştî ku Awistralyayê, Tehran bi du êrîşên şewitandinê yên li dijî Cihûyan li Sîdney û Melbourne tawanbar kir, Awistralyayê balyozê Îranê Ahmed Sadegi ji qewirandibû.

Piştî vê biryarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî jî ragihand ku ew biryareke "bêwate û neheq" e û got, ew ji vê biryarê nerazî ne. 

Îranê jî wekî bersiv balyozê Awistralyayê Ian McConville ji Tehranê qewirand û asta nûnertiya dîplomatîk kêm kir. 

Bekayî destnîşan kir ku ev biryara Îranê bi armanca bersivdayîna biryara Awistralyayê ye.

Hêjayî gotinê ye, Ahmed Sadegi yekem balyozê Îranê ye ku ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn û vir ve ji Awistralyayê hatiye derxistin.

Ev nivîs 56 car hatiye xwendin.