Trump ji welatên Ewrûpa re got: “Ji Rûsyayê petrolê neskirin”

Trump ji welatên Ewrûpa re got: “Ji Rûsyayê petrolê neskirin”

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump ji bo lîderên dewletên Ewrûpayê got ku ji Rûsyayê petrolê nekirin û Rûsyayê bixin bin givaşên aboriyê. Li gor daxwuyaniya Koşka Sipî ya DYAyê: di hevdîtinan de gotine ku kirîna petrolê ji Rûsyayê, şerê Rûsyayê finanse dike û ev rewş nahêlê ku şerê Rûsyayê biqede.

Li gor rayedarekî Koşka Sipî, serokê Fransayê Emmanuel Macron û lîderên din yên Ewrûpayê ku koalisyona ji bo şerê Ûkraynayê ava kirine civîn kirine û Trump dawetî hevdîtinê kirine. Trump ji ofîsa xwe tevî civînê bûye û gotiye ku di nav salekî de Rûsya ji firotina petrolê ji Ewrûpayê 1,1 milyar Evro pere bidest xistiye.

Trump hem gotiye, ji ber Çîn Rûsyayê fînanse dike divê givaşê deynin ser Çînê jî. Li gor rayedarê Koşka Sipî; di nav welatên Ewrûpa de jî yekîtiya fikrê tine û ji ber wê dawî li şer nayê.

Rayedarê Koşkê gotiye ku sedemekî ku şer dewam dike jî sûcên Putin û Zelenkskiy jî tê de heye ji ber dema  li hev werin, divê tawîzan bidin hev lê nakin.

Ev nivîs 74 car hatiye xwendin.