Araci: Me daxwaza paşxistina pêşnûmeya Heşda Şeibî kir

Araci: Me daxwaza paşxistina pêşnûmeya Heşda Şeibî kir

PeyamaKurd - Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim Araci diyar kir ku piştî nirxandina rewşa navxweyî û navneteweyî, wan daxwaz kiriye ku pêşnûmeya Heşdî Şebî heta piştî hilbijartinên parlamentoya Iraqê were paşxistin û diyar kir ku ew ê qet nehêlin ku fikra hilweşandina Heşda Şeibî were rojevê.

Araci di derbarê rewşa heyî de got, "Me daxwaz kir ku pejirandina qanûna Heşda Şeibî li Parlamentoyê were paşxistin û dengdana li ser pêşnûmeyê heta piştî hilbijartinên parlamentoyê were paşxistin. Lê sedema daxwaza paşxistinê nepirsin."

Qasim Araci diyar kir, "Berî ku were dengdan, pêşnûme qanûn di warê siyaseta navxweyî û derve de hewceyê zelalkirinek din bû. Ji ber vê yekê, piştî nirxandina rewş û zextên navxweyî, biryar hat dayîn ku dengdana li ser pêşnûmeyê heta piştî hilbijartinên parlamentoya Iraqê were paşxistin."

Aracî amaje bi wê yekê jî kir ku Heşda Şeibî beşeke pêwîst ji sîstema ewlekarî û berevaniya Iraqê ye û got: “Ji ber wê yekê rê nadin ku dost û dijmin pêşniyara hilweşandina Heşda Şeibî bikin, ji ber ku Heşda Şeibî di bin sîwana Fermandehiya Giştî ya Hêzên Çekdar de ye.”

Ev nivîs 127 car hatiye xwendin.