Rubio, li ser peymana petrolê hewlên Mesrûr Barzanî û Sûdanî bilind nirxand

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya DYAyê li ser îxracata petrola Herêma Kurdistanê ku bi Bexdayê re gihane peymanekî, bi rizamendî qebûl kir û got ku peyman di rêya nevbeynkariya Washingtonê de hatiye îmzakirin. Wezaret li ser navê wezîrê kar û barên derve yê Amerîkayê Marco Rubio daxwuyaniyekî belav kir û got:
“ Me rêkeftina Herêma Kurdistanê bi hukumeta Iraqê û şîrketên petrolê re ku ji bo di xeta petrolê ya Iraqê û Tirkiyê de petrolê bişînin bihîst û em gelek kêfxweş bûn.
Ev peyman ji aliyê Amerîka de hat hêsankirin, wê hem Amerîkayî û hem Iraqî ji peymanê fêde bibînin.”
Di peymanê de hewlên serokwezîr Mesrûr Barzanî û serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudani û rayedarên di asta bilind de, rola wan bilind hat nirxandin. Wezaretê got:
“Wê ev peyman hevkariya aborî ya DYAyê û Iraqê xwurt bike, li seranserê Iraqê wê veberhênana di navbera Iraqê û şîrketên Amerîkayê de bike ku îstîqrarê zêdetir bike, wê ewlehiya enerjiya herêmê zêde bike û desthilata Iraqê xwurt bike.”
Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.




