Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser îxracata petrola Kurdistanê peyamekî da

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser peymana îxracata petrola Herêma Kurdistanê, daxwuyaniyekî da û got:
“Em dubare dikin ku em di bicîhanîna temamê mafên Herêma Kurdistanê yên destûrî de, bi biryar in.”
Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudani îro di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku:
“Wê wezareta petrolê ya Iraqê temamê hiberîna petrola Kurdistanê yên di bîrên Kurdistanê de dertên teslîm bistîne û di rêya xeta petrola yê Iraq-Tirkiyê de îxrac bike û em gihane peymanê.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di ser hesabê xwe yê Xê de got:
“Peymana petrolê, îro di navbera Herêma Kurdistanê û şîrketên petrolê de, peymana bi wezareta petrola Iraqê û şîrketa SOMO re ya hat kirin, berhema temamê tîm û heyetên temamê terefan ya xebat û westandina wan bû. Bi vê pêngavê, car din bîrên petrola Kurdistanê bi bazara dinyayê ya petrolê ve hat girêdan.”
Kurdistan, Bexda û şîrketên petrolê di 22yê Êlûnê de ji bo îxracata petrola Kurdistanê peymanekî sêqolî girêdan. Li gor peymanê; wê rojane 230 hezar varêl (bermîl) petrola Kurdistanê bê îxrac kirin.
Wezareta çavkaniyên xwezayî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku piştî îmzakirina peymana sêqolî, wê di nav 48 seetan de dest bi îxracata petrola Kurdistanê bikin.
Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de xelkê Kurdistanê yê berxwedêr pîroz kir û got ku astengekî herî mezin ya li ber mafên darayî yên Kurdistanê ji holê rakirine û îro wekî rojekî dîrokî bi nav kir.
Wezareta petrolê ya Iraqê jî peymanê ragihand û got ku gihane peymanekî ku petrola di nav Kurdistanê de bê serfkirin ne tê de, wê petrola mayî di rêya şîrketa SOMO de îxracê derve bikin.
Wezareta petrola Iraqê got ku wê şîrketa SOMO verêkairina petrolê di ser xeta Iraqê û Tirkiyê de bigre terefê xwe û wê ev li gor presuduran, destûrê, qanûna giştî ya budçê û li gor biryarên dadgeha bilind be.
Ev nivîs 69 car hatiye xwendin.




