Li Tel Avîv a Îsraîlê otomobîlek teqiya: Birîndar hene

PeyamaKurd- Li bajarê Tel Avîv ê Îsraîlê otomobîlek teqiya û di encamê de hejmarek kes birîndar bûn. Polîsê Îsraîlê ragihand ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin, amarên fermê yên qurbaniyan hîn nehatine belavkirin.
Televîzyona Kanal 12 a Îsraîlê li ser zarê polîsan belav kir ku piştî agahdarkirinê, tîmên wan yekser gihîştine cihê bûyerê û dest bi lêkolînan kirine.
Hate eşkerekirin ku birîndar ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyan hatine veguhestin û tîmên hawarçûnê li cihê bûyerê ne.
Heta niha, ne Hemas û ne jî ti rêxistineke din berpirsiyariya teqînê li xwe negirtiye.
Ev bûyer piştî ku artêşa Îsraîlê ragihand, hejmarek moşek ji aliyê Şerîda Xezeyê ve bi ser Îsraîlê de hatine avêtin pêk hat. Hêjayî gotinê ye, roja Çarşemê jî, ji Yemenê çend moşek bi ser Îsraîlê de hatibûn avêtin û di encamê de hejmarek welatî birîndar bûbûn.
Ev nivîs 96 car hatiye xwendin.




