Îstîxbarata Somaliyê derbekî mezin li rêxistina Eş-Şebabê da: 24 kuştî

Îstîxbarata Somaliyê derbekî mezin li rêxistina Eş-Şebabê da: 24 kuştî

PeyamaKurd – Rêxistina îstîxbarata Somaliyê di hevkarên xwe yên navdewletî re li hemberê rêxistina terorê Eş-Şebabê operasyonan kirin û 24 çekdarên rêxistinê kuştin. Operasyon li deverên Hiran, Galgadud, Awdhiigle û Şabelle ya Jêrîn hatin kirin.

Ragihandina operasyonan ji aliyê Îstîxbarata Somaliyê de hat kirin. Di daxwuyaniyê de at gotin ku li devera Hiranê serpereştekî rêxisitnê yê bi navê Abdi Xirey jî di nav wan de 3 kesan kuştine. Kesê navborî ji gelek tevgeran berpirs bû.

Li herêma Galgaduudê 11 çekdar hatine kuştin û li gundê Tugareyê ya girêdayê navça Awdhiigle herî kêm 10 kes hatine kuştin.

Ev nivîs 75 car hatiye xwendin.