Balafirên Rûsyayê seha hewayî ya Estonyayê îhlal kirin

PeyamaKurd – Wezareta kar û barên derve ya Estonyayê ragihand ku 3 balafirên şer yên Rûsyayê îhlala seha hewayî ya Estonyayê kirine. Wezaret bangî maslahtguzarê Rûsyayê yê Estonyayê kir û nota protestoyê dayê.
Estonya endamê NATO ye û Estonya ragihand ku îhlala seha hewayî li ser Kendava Fînlandiyayê çêbûye. Balafir 12 deqe di sehayê de mane. Wezîrê karên derve yê Estonyayê Margus Tsahkna, li ser mijarê daxwuyanî da û got:
“Rûsya îsal 4 cara seha hewayî ya me îhlal kir. Ev rewş nayê qebûlkirin. Lê îro 3 balafirên şer yên Rûsyayê ketin seha me û ev îhlal bêdebiyekî bêhempaye.”
Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.




