Li navça Qoser a Mêrdînê qeza çêbû û di qezayê de 9 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Qoserê (Kızıltepe) otomobîlekî, ereba bazirganî û mînîbusekî li hev ketin û di encamê de 9 kes birîndar bûn.
Di qezayê de Şeyhmus E. (61), Şükran E. (56), Fatma K. (55), Dilan K. (23), Janda T. (14), Amina K. (13), Zeynep K. (12) Becan T. (10) û Ferat E. (4) birîndar bûn.
Li ser agahdarkirina tîmên pêwendîdar, tîmên tendursitiyê, îtfaiye û cendirmeyan çûn ciyê qezayê. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanên cuda yên bajêr.
Lêpirsîna li ser bûyerê ji aliyê hêzên asayîşê de hat kirin.
Ev nivîs 7 car hatiye xwendin.




