Îsraîlê serokê Hûsiyan bi kuştinê tehdîd kir: “Wê wextê te jî were”

Îsraîlê serokê Hûsiyan bi kuştinê tehdîd kir: “Wê wextê te jî were”

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriya Îsraîlê Yisrael Katz serokê Hûsiyên Yemenê yê bi navê Abdulmelik el-Husi bi kuştinê tehdîd kir û got:

“Dê wextê te jî were. Wê ala Îsraîlê li Yemenê li payîtext Sanayê bilind bibe.”

Wezîrê bergiriyê yê Îsraîlê Katz di ser hesabê xwe yê medya civakî de li ser êrîşên Hûsiyên Yemenê yên ser Îsraîlê yên bi fuzeyan û İHAyan daxwuyanî da û got:

“Abdulmelik el-Husi, wê wexta te jî were. Di binê cehennemê (dojehê) de endamên hukumetê li benda te ne. Ew slogana ku li ser ala Hûsiyan nivîsandiye; ‘Ji Îsraîlê re mirin û Lanet li Yahûdiyan’ wê bi ala sipî û şîn ya Îsraîlê re li payîtexta Yemenê bê guhertin.”

Do Hûsiyan ragihandibû ku bi 3 fuzeyên hipersonîk balistik û bi 3 İHAyan li sê bajarên Îsraîlê dane û İHAyekî li bajarokê Eilatê li otêlekî ketibû lê Îsraîlê ragihandibû ku yên din îmha kirine.

Ev nivîs 65 car hatiye xwendin.