Ji YEyê banga Sûriyê: Bila nexşerê bilez were bicihanîn

Ji YEyê banga Sûriyê: Bila nexşerê bilez were bicihanîn

PeyamaKurd- Yekîtiya Ewropayê (YE) pêşwazî li nexşerêya çareserkirina krîza Siwêdayê kir û bang li Hikûmeta Sûriyê ya qonaxa veguhêz kir, veguhestina giştgir were misogerkirin.

Li ser malpera fermî ya YEyê hate gotin ku ew pêşwaziyê li nexşerêya ji aliyê Sûriyê, Urdin û Amerîka ve hatiye ragihandin ji bo çareserkirina krîza parêzgeha Siwêdayê dikin.

Hate diyarkirin, "Em han didin ku rêkeftin bilez were bicihkirin û diyalog di navbera hemû aliyan de berdewam be, ji bo dîtina çareseriyeke heta hetayî ku tevaya Sûriyan bê cudahî biparêze. Herwiha ewlehiya Sûriyê, serxwebûn û serweriya wê jî biparêze".

Yekîtiya Ewropayê tekez kir ku careke din ew "bang li desthilatdariya veguhêz dikin ku veguhestina siyasî ya giştgir li gorî xwestekên hemû Sûriyan were misgogerkirin".

Ev nivîs 97 car hatiye xwendin.