Trump: “Dê Erdoğan di 25ê Êlûnê de li Koşka Sipî mêvanê min be”

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump di ser hesabê xwe yê medya civakî di ser Truth Social de ragihand ku wê di 25ê Êlûnê de serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan li Koşka Sipî bibe mêvanê wî.
Trump, ragihand ku wê di hevdîtinê de li ser kirîna balafirên Boeingê, li ser peymanekî girîng ya balafirên F-16an û wê li ser balafirên F-35an biaxifin. Her weha dê di rojeva wan de gelek mijarên bazirganî û leşkerî xebatê bikin. Di belavkirina Trump de weha hat gotin:
“Ez gelek kêfxweşim di 25ê Êlûnê de serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan di Koşka Sipî de bikim mêvan. Bi serok re li ser kirîneka mezin ya balafirên Boeingan, li ser peymanekî girîng ya F-16an û li ser dewama pêvajoya F-35an bikin. Em li ser gelek peymanên bazirganî û leşkerî dixebitin. Bi Erdoğan re her wext têkiliyên me yên baş hebûne. Ez çaverêyê di 25ê Êlûnê me.”
Ev nivîs 69 car hatiye xwendin.




