Hakan Fîdan: Li Sûriyê gefa herî mezin Îsraîl e, YPGê jî ji sê yekê axa wê dagir kiriye

PeyamaKurd- Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ji Kanala MBC Masr re axivî û got, ji bo wan pirsgirêka herî mezin li Sûriyê gefa operasyona muhtemel a Îsraîlê û hebûna YPG/HSDê ye.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan got, “Gelek pirsgirêk li Sûriyeyê hene, yek ji pirsgirêkên sereke yên Sûriyeyê jî hebûna YPGê li wî welatî ye, ku bi hêz û çekan sêyeka axa Sûriyeyê dagir kiriye.”
Fidan diyar kir, "Dibe ku pirsgirêk li başûr û deverên peravê dîsa derkevin holê, lewma divê ev bi awayekî aştiyane, bêyî ku bibde sedema rijandina zêdetir a xwînê û di nav çarçoveya pergalekê de bên çareserkirin, ku hemû kes wekî welatiyên wekhev li wî welatî bên naskirin.”
Fîdan herwiha destnîşan kir, ji bo wan gefa herî mezin li Sûriyê egera operasyona Îsraîlê ye.
Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.




