Motora rêwiyan û keştiya kargoyê li hev ketin: 8 birîndar hene

Motora rêwiyan û keştiya kargoyê li hev ketin: 8 birîndar hene

PeyamaKurd – Motora rêwiyan ya Beşiktaş-Uskudarê û keştiya kargoyê li hev ketin. Di encamê de 8 rêwiyên di motora rêwiyan de birîndar bûn.

Li Buhira Îstenbolê motora rêwiyan ya sefera Beşiktaş – Üsküdarê dikir ya bi navê Kamil Sayın û keştiya kargoyê ya bandrala wê Panama ye ya bi navê Artvinê ya barhilgir li hev ketin.

Di qezayê de kes neket deryayê lê di motora rêwiyan de 8 kes birîndar bûn. Motorê nêzî îskela Paşalimanı kirin. 2 rêwiyên birîndar bi ambûlansan birin nexweşxanê. Keştiya kargoyê birin seha bi ewle da tesbîta xesarê bikin.

Ev nivîs 59 car hatiye xwendin.