Bi sedema birîna elektrîkê li Îspanyayê rewşa awarte hat ragihandin

PeyamaKurd – Li welatên Ewrûpayê li İspanya, Belçîka, Fransa, Andorra û Portekizê elektrîk hatibû birîn û heya niha sedema birîna elektrîkê nehatiye zanîn. Wezareta karên hundir ya Îspanya bi sedema birîna elektrîkê ya li seranserê welat rewşa awarte hat ragihandin.
Rewşa 3em ya lezgîn hat ragihandin û li ser mijarê serokwezîrê Îspanyayê Sanchez ragihand ku wê li her sê herêmên otonom desthilatê bigre destê xwe.
Li welatên navborî metroyan vala kirin, ji ber lambayên trafîkê naxebitin trafik rawestiya. Navber dan emeliyatan. Serokwezîrê Îspanyayê li ser mijara elektrîkê got:
“Xebata me ya bo zanîna birîna elektrîkê dewam dike. Em hêj sedemê nizanin. Em her îhtîmalê didin ber çav. Em ê sedemê birîna elektrîkê hîn bikin.
Hukumeta li ser daxawaza her sê herêmên otonom daxwazan qebûl kir û wê li her sê herêman desthilatê bigre ser xwe. Eger herêmên din yên otonom jî qebûl bikin em ê desthilatê bigrin ser xwe. Hêzên asayîşê li kuçe û kolanan digerin û heya niha ti astengiyekî asayîşê tine.”
Xebatên niha tên kirin:
-Li ser zanîna bo sedema birîna elektrîkê xebatên teknîkî dewam dikin.
-Alternatîf plan tê amadekirin.
-Santralên hîdroelekrtîkê destpêkirin û xebatê dikin.
- Di trafîkê de arîşeyên mezin hene û dixebitin çareser bikin.
-Li ser îhtîmala êrîşên sîberî lêkolîn tên kirin.
Ev nivîs 22 car hatiye xwendin.




