Hinek kes cesedê Hafiz Esad ji gorê derxistin û birin ciyekî nediyar

PeyamaKurd – Serokê Sûriyê yê berê Hafiz Esad ê bavê Beşar Esad, dema wefat kiribû cenazê wî li bajarê Lazkiyê li navça Kardahayê defin kiribûn. Îro kesên nenas gora Hafiz Esad vekirin û hestiyên wî birin ciyekî nediyar.
Di dawiya sala borî de, grûbên çekdar dema gihabûn heya Kadahayê û agir bera gora Hafiz Esad dabûn.
Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan ya Sûriyê (SOHR) ragihand ku Nebbaşan an ku dizên goran, gora Esad vekirine û temamê hestiyên wî birine.
Hafiz Esad di sala 1930an de hatibû dinyayê, di sala 1971an de bûbû serokê Sûriyê û di sala 2000an de wefat kiribû. Hafiz Esad heya koça dawiyê kir, Sûriyê îdare dikir.
Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.




