Pêvajoya hilbijartina Papayê nûh di 7ê Gulanê de destpêdike

Pêvajoya hilbijartina Papayê nûh di 7ê Gulanê de destpêdike

PeyamaKurd – Piştî wefata Papa Francis, alema Katolîkan ji bo Papayê xwe bibjêre pêvajoya bijartinê di 7ê Gulanê de destpêdike. 135 kardinal wê dengê xwe bi dizî bidin da Papyekî bo xwe bibjêrin.

Niha çavê dinyayê li bijartina Papayê nûye bê wê kî bibe Papa. Rayedarekî ji Vatîkanê bo medyayê ragihandiye ku piştî merasima cenazê Papa Francis, li Vatîkanê civînekî kirine û biryarê dane ku di 7ê Gulanê de pêvajoya bijartina Papayê nû bidin destpêkirin.

Di dengdanê de 135 kardînalên ku cîh bigrin, hemî temenên wan di bin 80ê salî de ne û ew 1,4 milyar Xîrîstîyanên Katolîk temsîl dikin. Kardînal bo pêvajoya bijartina Papa (Konklav), wê li mêvanxana Vatîkanê ya bi navê Casa Santa Marta bimînin û ji bo di bin bandora dinya derve de nemînin wê têkiliyên wan yên bi derve re bên birîn.

Bo bijartina papayê nû, pêdivî bi dengên 2/3 ên wan heye. Eger kesekî têr denga nestîne, wê di cara dawiyê de an ku tûra 34em de, 2 kesên zêde rayan bistînin, wê bikevin rikberiyê û yê herî zêde dengan bîne, dê bibe Papa.

Piştî Papa bê bijartin wê dekanê meclisa Kardînalan Giovanni Battista Re, ji balkona Bazilka Aziz Petrus bangî xelkê bike û bêje: "Habemus papam" an ku “Êdî papayekî me heye” û Papayê nûh dê silavê bide xelkê.

Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.