Pakistanê li ser îhtîmala şerê bi Hindistanê re daxwuyanî da

Pakistanê li ser îhtîmala şerê bi Hindistanê re daxwuyanî da

PeyamaKurd – Wezîrê berevaniyê yê Pakistanê Xavaja Muhammed Asif ragihand ku dibêjin ‘wê di nav çend rojan de bi Hindistanê re şerê derê’, şaş hatiye fêmkirin. Asif got ku divê mirov ji bo îhtîmala şer amade be ji ber gengeşe zêde bûye û divê mirov bi hezir tevbigere.

Xavaja Muhammed Asif, got ku gotinên wî şaş hatine fêmkirin û weha dewam kir:

“Min got 3-4 rojên pêşiya me gelek girîngin lê min negotiye ku wê di nav 3 rojan de şer derê.”

Asif, axaftina xwe bo Geo Newsê kir û zelaliyê xist axaftina xwe ya bernameyekî TV ya ku tê de axifîbû. Asif got ku tenê hişyariyê daye û gotiye behsa şerekî ku di nav 3 rojan de derê nekiriye û tenê hişyariyê daye ku bi Hindistanê re dijberiya wan zêde bûye û talûka pevçûnê dewam dike.

Asif, her weha got ku li ser êrîşa ser tûrîstan ya ku li Pahalgamê hatibû kirin û di êrîşê de 26 kes miribûn, ji Hindistanê teklîf kiribû ku heyetên bêteref ava bikin û lêpirsînê bikin lê Hindistan heya niha ti bersivê nedaye Pakistanê.

Ev nivîs 24 car hatiye xwendin.