Hêzên Îranê 2 kolberên Kurd li ser sînorê Banê birîndar kirin

PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê li ser sînorê bajarê Banê hêzên asayîşa Îranê du kolberên Kurd yên bi navên Ako Şarifi (22) û Şivan Alipour (25) giran birîndar kirin.
Li gor ragihandina Hengawê; bûyer di 27ê Nîsana 2025an de bûye. Lêdan bi fermana cîgirê v v fermandarê sînor yê bi navê Mustafa Muradî bûye û li devera sînor ya Hangazhalê bê ku hişyarî bidin kolberan bûye.
Bi sedema birîna her dû kolberan girane, wan şandine navendên tenduristiyê.
Ev nivîs 20 car hatiye xwendin.




