Biryara Rûsyayê ya ji bo Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî

Biryara Rûsyayê ya ji bo Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî

PeyamaKurd – Rûsyayê biryar da ku Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî wekî “rêxistineke nexwestî” îlan bike.

Dozgeriya Giştî ya Rûsyayê derbarê çalakiyên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li Rûsyayê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de, ku tê de hatibû gotin ku rêxistina navborî projeyên li dijî Rûsyayê pêk tîne û piştgiriyê dide Ûkraynayê, wiha hatibû gotin, "Biryarek hat dayîn ku çalakiyên rêxistina navneteweyî ya nehikûmî Amnesty International Limited, ku li Londonê qeydkirî ye, li Rûsyayê wekî 'nexwestî' bên naskirin.”

Ev nivîs 79 car hatiye xwendin.