Îsraîlê Xan Yûnis wekî herêma şer ragihand

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê piştî biryara operasyona berfireh a bejahî li Xezeyê, devera Xan Yûnisê wekê herêma şer ragihand û xwest şênî terka wê derê bidin.
Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê Xan Yûnis bi temamî wekî devera şer hatiye ragihandin û divê sivîl jê derkevin.
Herwiha xelkê Filîstînî yên li Xan Yûnis a başûrê Xezeyê dimînin hate hişyarkirin ku beriya êrîşeke berfireh bê kirin, terka wê herêmê bidin.
Ev nivîs 80 car hatiye xwendin.




