Sanatoya DYAyê qebûl kir ku David Perdue bibe balyozê li Pekin a Çînê

Sanatoya DYAyê qebûl kir ku David Perdue bibe balyozê li Pekin a Çînê

PeyamaKurd – Sanatoya Amerîkayê (DYA) qebûl kir ku namzedê serokê DYAyê yê Donald Trump bibe balyozê Amerîkayê yê li Pekîn a Çînê. Perdue jî ragihan ku pêwiste têkiliyên di navbera her dû welatan de pêşde herin.

Di dengdana Sanatoya DYAyê de 67 kes bi erênî û 29 kes bi neyînî deng dan Perdue û ew kirin balyozê nûh yê li Pekîn a Çînê. Perdue, di civîna komîta têkiliyên karên derve ya Sanatoyê de, di dema namzediya xwe de gotibû:

“Tewrê li hemberê Çînê divê hûr be, di ser partiyan re be û stratejik be. Wê di navbera her dû welatan de babet hebin ku li ser wan lihev nekin û divê em vêya qebûl bikin. Divê em li ser sehayên ku berjewendiyên me hevpar bin, em bigerin û wan pêş bixin.”

Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.