Rûsya, amadeye bi Ûkrayna re raste rast hevdîtinan bike

Rûsya, amadeye bi Ûkrayna re raste rast hevdîtinan bike

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku Rûsya bê qeyd û şert terefdare ku bi Ûkrayna re raste rast hevdîtinan bike. Lavrov di wexta behsa banga Kievê ya agirbesa 30 rojan kir, pê re behsa girîngiya muzakereyan jî kir.

Lavrov, piştî civîna wezîrên karên derve ya BRICSê ya ku li Brezîlyayê li bajarê Rio de Janeiro hat kirin, bo çapemeniya Rûsyayê ragihandina xwe kir.

Lavrov got ku piştî Trump ket navbera wan û bo 30 rojan agirbesê ragihandin, Moskova li pey agirbesê çûye lê Ûkrayna neçûye. Lavrov ragihand ku di wexta agirbesê de îhlalên ku ji aliyê Ûkrayna de hatine kirin, bo UNê û wezîrê karên derve yê DYAyê Marco Rubio şandiye û weha dewam kir:

“Ji ber vê sedemê, em bedêla banga agirbesê weha dizanin. Berê Zelelnskiy agirbesê qebûl nedikir lê niha ji ber serdestiya artêşa Rûsyayê banga agirbesê dike. Di seha şer de rejîma Ûkraynayê bi awayekî berbiçav paşde vedikşe, rewşa xwe 180 derece guhertin û destpêkirin bê şert û merc banga agirbesê dikin.

Rûsya terefdare ku raste rast muzakereyan bike û ev pêşniyar ya serokê Rûsyayê ya Putin e. Lê ger em niha agirbesê bikin, wê Kiev bêhtir destekê bibîne, şiyanên xwe yên leşkerî xwurt bike û bo xwe wext qezewc bike.”

Ev nivîs 25 car hatiye xwendin.